Sereke

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk bona paşdahatina li Kirkûkê qewilên xwe pêşda kişandine

Serokê şêwira serkarîkir, ya Kirkûkê û Germîyanê Kemal Kirkûkî elam kirîye, wekî nava qewilên bona paşdahatina partîya Kurdistanêye Dêmokratîke li Kirkûkê usa jî ew mecal heye, ku ala Kurdistanê li wir bê bilindkirinê, pêşmerge vegerine Kirkûkê û serokê Kirkûkêyî nû bê kifşkirinê. Kemal Kirkûkî gotîye, wekî nava wan qewilada ew jî heye, ku hêzên fêdêral û komên rezedilvana ji Kirkûkê bên derxistinê, pêşmerge li perên bajêrbin û cabdarîya bona bêqezîyabûna bajêr bidine ser hêzên polîsîyayêye cî. Ewî gotîye, wekî borcbirê serokê Kirkûkê Rakan Sehîd Al Cebûrî çend cara bang kirîye, ku nevsên partîyayêye fermî rastî wî bên, lê partîyayê ew yek înkar kirîye.Kemal Kirkûkî gotîye, wekî Al Cebûrî gerekê bona ruşetxwerinê li ber cabdarîyê bisekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button