Sereke

Sêrjantê tirk pozê jina kurd şikênandîye

Sêrjantê tirk êrîş birîye li ser jineke kurd û pozê wê şikênandîye. Ew yek wî çaxî qewimîye, wextê ku sêrjantê tirk ser zaroka wê jinê hêrs ketîye, çimkî dengê zarokê bilind bûye.Ev yek li Bîngyolê qewimîye. Zarok tevî zarokên mayîn lîstîye. Dema ku ew jin dijî kirina sêrjant protêsto kirîye, ewî gef xwerine ku wê wê gule bike.Jina kurd ji alîyê doxtirada hatîye lênihêrandinê û hatine ser wê fikirê wekî ew êrîş bi rastî qewimîye. Paşê ewê vîdêyo paravekirîye, kîjanêda tê kifşê, ku dexmên çawa li ser wê hene.
“Em zanin,ku kî êrîşî ser konvênsîya Stembolê dike, ew jî gunehkarin, çawa ku êrîşkir gunehkarin”,- parlamêntvana ji HDP-ê Eyşê Akar Başaranê Twittêrêda nivîsîye. HDP-ê elametî belav kirîye, kîjanêda gotîye, wekî hetanî ku sêrjantên wî cûreyî bêne rewakirinê, êrîşên wî cûreyî wê berdewambin, çimkî ev êrîş encamê dijminatîya dewletêye hindava kurda û jinaye.Ajansa Anadolûyê paşê elam kirîye, wekî sêrjantê tirk hatîye girtinê û lêpirsîn destpê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button