Nava raporta komîsîya ŞAY-ye navnetewîye azaya ruhanîda hatîye dîyarkirinê, wekî ji alîyê Adirbêcanêda cîhên ermenîye çandî û ruhanî, yên li Arsaxê, tên xirabkirinê û wêrankirinê.
«Nevsên ermenîye fermî, rêberên ruhanî û wekîlên civaka sîvîl, xemgînîya xwe girêdayî wê yekêra elam kirine, çimkî ew toprax derbazî bin kontrola Adirbêcanê bûne»,- nava raportêda hatîye dîyarkirinê. Nivîsarên Human Rights Watch -da hatine raberkirinê, kîjanada hatîye dîyarkirinê,wekî 8-ê cotmehê dêra Şûşîyê hatîye bombekirinê û ew yek du cara qewimîye.Raportêda usa jî hatîye nivîsarê, wekî rêberên ermenîyaye ruhanî nava xirabkirina dêra Şûşîyêda azêrîya gunehkar dikin. Komîsîyayê usa jî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî dêreke Şûşîyê, diha rast banê wê hatîye guhartinê û vîdêyo jî hene, ku leşkerên azêrîya çawa zyanê didine dêra.