Hene hêzên ji der, yên ku dixwezin encamên hilbijartinên me “binivîsin”: Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tiştekî şikber hesab dike, wekî piştî elametîya wîye derheqa kifşkirina hilbijartinada, du roj derbaz bûne, û bûyarên li ser sînoraye li Syûnîkê û Gêgarkûnîkê qewimîne.
“Ez bawarîya xwe tiştên wî cûreyî naynim ez dixebitim guhdarîyê nedime ser, lê hene tişt wekî yên şikberin. 1O-ê gulanê ez elam dikim, wekî parlamênt belav dibe û ew yek dide kifşê, wekî hilbijartinên parlamêntîyê hene û 12-ê gulanê bûyarên li Syûnîkê û Gêgarkûnîkê diqewimin. Tiştekî ber çevaye wekî hene qewat, yên ku dixwezin encamên hilbijartinên me “binivîsin” ”,- Paşînyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî halekî bi qezîyaye û bang kirîye ku hişyarbin, qewînbin û yekbûyîbin. Borcbirê serekwezîr daye bawarkirinê, wekî cimet çi cûreyî dengê xwe bide, encam wê usa jî rast bêne kifşê.







