Sereke

Fonda xêrkirinêye Barzanî wê 24O avayên jîyînê bona wan malbetên êzdîya çêke, yên ku li qampa Şarîyayê rûyê agirpêketinada zyanê ketine

Fonda xêrkirinêye  Barzanî wê 24O avayên jîyînê bona wan malbetên êzdîya çêke, yên ku li qampa Şarîyayê rûyê agirpêketinada zyanê ketine. Wekîlê fondê Dilawar Bişar gotîye  BasNews-ê, wekî merkeza tevayî tevî teşkîletên navnetewî hatîye sazkirinê, bona ku bi alîkarîya berevkirî piştgirîyê bidine zyankêşên qampa  Şarîyayê. Ewî gotîye, wekî zyankêşên qampê bin kontrola fondêdanin û ew piştgirîyê didine wan meriva, ji şîrê zaroka destpêkirî hetanî dû-dermanên bona koronavîrûsê.Bi gotina Dilawar Bişar, li qampa Şarîyayê hevdîtina tevî wekîlê ola êzdîya derbaz bûye.Wextê civînê hatîye qirarkirinê, wekî bona wan meriva, çadirên kîjana şewitîne, gerekê mal bêne çêkirinê, hejmara kîjana wê bighîje 24O-î.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button