Sereke
Kirinên Adirbêcanêye provoksîyone li alîyê Yêrasxê raberî wekîlên leşkerî kirine
21-ê tîrmehê serokê îdara sîyasîya wezîreta Ermenîstanêye parastinê û hevkarîya navnetewî Lêvon Ayvazyan wekîlên baylozxanên welatên dere leşkerî, yên li Ermenîstanê, qebûl kirine.
Wextê hevdîtinê halê rûyê kirinên Adirbêcanêye provokasîyone li alîyê beşa Yêrasxê hatîye raberkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda gavên agrêsîv tên avîtinê, yên ku cedandinên bona aşîtîya li herêmê didine teribandinê.
Hatîye dîyarkirinê wekî alîyê ermenî li ser wê tabîyêye, ku hal bi cûrê edil bê normalkirinê. Hatîye gotinê, wekî Ermenîstan hêvîdare wekî hevalkarên navnetewî wê bersiva teribandinên mafên navnetewîye ji alîyê Adirbêcanêda kirî bidin.