Anegorî progirama dewletêye «Malên arzan bona malbetên cahil», hetanî roja îroyîn 6O63 malbeta mal stendine. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê elam kirine.Progirama bona malbetên cahil, ji sala 2O1O-da dişuxule. Meremê wê progiramêyî hîmlî ewe, ku malbetên nû sazbûyî piştgirîya dewletê bistînin.Bi wê yekê halê nifûsa cimetêye li welêt baş dibe, çûyîna der kêm dibe û usa jî piştgirîyê didine sazbûna cîhên xebatê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close