Sereke
Serokê provînsîya Kirkûkêyî ji alîyê Begdayêda kişfikirî, Cebûrî, pêşîya hilbijartina, erebîzasîyakirina Kirkûkê dide qewatkirinê
Hilbijartinên parlamêntîyêye li Îraqê nêzîk dibin, yên ku wê meha cotmehê derbazbin. Serokê provînsîya Kirkûkê Rakan Al Cebûrî pêşîya hilbijartina erebîzasîyakirina Kirkûkê diha qewat dike.
Serokê şêwira Kirkûkêyî berê Rêbwar Telebanî gotîye Basnews-ê wekî Cebûrî malbetên erebaye ji parçeyên Îraqêye başqe, bi piştgirîya Heşid Aş Şaabîyê, tîne Kirkûkê.
Em bêjin, wekî bêqezîyabûna Kirkûkê ji cotmeha sala 2O17-da tevlîhev bûye, wextê ku eskerê Îraqê têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî hildane bin kontrola xwe.