Sereke
Nava goveka Ermenîstanêye rîya hesinîda gerekê învêstîsîyayên bahê 39 mîlîyard diramî cîhwarkin: Paşînyan
Nava goveka Ermenîstanêye rîya hesinîda gerekê învêstîsîyayên bahê 39 mîlîyard diramî cîhwarkin.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.
“Me qayîlîke gelekî girîng tevî rîya hesinîye Qafqasîya Başûr, dest anîye.Anegorî wê qayîlîyê, hetanî sala 2O24-a nava goveka Ermenîstanêye rîya hesinîda gerekê învêstîsîyayên 39 mîlîyard diramî bêne kirinê”,-Paşînyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî nava goveka transporta hewêda jî guhartin tên mîyaserkirinê. Bi gotina wî du kampanîyayên avîyasîyone cîh tên damezirandinê.