Sereke
Alîyê azêrîya bi aktîvî berbi tabî û gundên ermenîyayî nêzîkî wan dera agir barandine: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv: wêne
Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêxam Stêpanyan malpera xweye fêysbûkêda nivîsîye:
“24-ê tebaxê, nava rojêda û hetanî şev dereng, nêzîkî Şûşîyê, hîmlî berbi tabîyên li gundên Şoşê û Mîxîtaraşênê cîhwarkirî, azêrîya bi aktîvî agir kirine.
Berbi tabîyên gundê Mxîtaraşênêyî nehîya Askêranê parçên sîliha gihîştine beşên gund, lê 24-ê tebaxê nêzîkî seheta 22:OO-a, rûyê agirkirinên ji Şûşîyê mala binelîkî zyanê ketîye.
Kirinên Adirbêcanê dîsa nîşan didin, wekî tabîyên azêrîyaye nêzîkî wargên binelîyên edil gerekê li ser dûraya usa bêne paşdabirinê, ji kîderê nikaribin wargên sîvîl bidine ber gula.
Ji ber agirkirinên hêzên çekdarên Adirbêcanê jîyana binelîyên sîvîl tê teribandinê”.