Sereke
Wekîlê Yektîya Avropayê çûye Yêrasxê
Wekîlê Yektîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar pêşîya ji Yêrêvanê çûyîna Bekûyê, çûye Yêrasxê.Klaar derheqa wê yekêda rûpelê xweyî Twittereda nivîsîye.
“Bi çûyîna li Yêrasxê meriv dikare bîne ber çevê xwe ku tabîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye leşkerî çiqasî nêzîkî hevin. Tiştekî girînge ku halê li ser sînor bidine milahîmkirinê, bona ku atmosifêra hevraxeberdana bê normalkirinê”,-wekîlê Yekîtîya Avropayê nivîsîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê hazire nava wê pirsêda piştgirîyê bide.
Toyvo Klaar li Yêrêvanê rastî serokwezîrê Ermenîstanê û wezîrê karên der hatibû.