Akadêmîsyana kurd Demet Arpacîk, ya ji merkeza yûnîvêrsîtêya Nyû-Yorkê, xelata Coşûa Fîşman bona lêkolîna aktîvîya zimanê kurdîye li Tirkîayê stendiye.
Lêkolîna wêye êtnografî bi vê sernavê ye: “ Mecala azadiyê: aktîvîya zimanê kurdî û perwerda li Tirkîayê”.
Hetanî sala 1991-ê li Tirkîayê zimanê kurdî qedexekirî bû û ew di navbera dewleta tirka û binelîyên kurdda bibû objêkta şerkarîa întênsîv.Hetanî niha jî zimanê kurdî li mektebên Tirkîayê nayê perwerdekirinê.
Xelata Coşûa A. Fîşman sala 2018-a hatîye pêşdakişandinê, bona qedirê emekê Coşûa Fîşmane nava lêkolîna sosologîya zimanda. Komîsîyon ji 30 pêşezanên navnetewî hatibû sazkirinê.