Teribandina borcdarîyên Adirbêcanêye nava Şêwira Avropayêda gerekê bersivê bistîne: cîgirê wezîrê karên der
Him Ermenîstan, him jî Adirbêcan ji sala 2OO1-da destpêkirî bûne endamên Şêwira Avropayê û borcdarî hildane ser xwe ku pirsgirêka Qerebagê bi rîya edil bidine helkirinê. Şerê 44 roje hema teribandina borcdarîya Adirbêcanê bû û ew yek gerekê ji alîyê Şêwira Avropayêda bersivê bistîne.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstnêyî karên der Vahê Gêvorgyan wextê hevdîtina tevî baylozên Şêwira Avropayê gotîye.Nava axaftina xweda cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî nava 72 salada Şêwira Avropayê konvênsîya xweye anegorî normên avropî saz kirîye, ya ku hîmê mîyaserkirina meremên Şêwira Avropayêye.
Bi bîranîna wê yekê wekî encamên şerê Arsaxê hê usa dimînin.Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava 2O salîda, bi piştgirîya organîzeyê xebateke mezin li Ermenîstanê hatîye kirinê. Ermenîstan gihîştîye 83 konvênsîyayên Şêwira Avropayê, ji kîjana 66 îdî qebûl kirine.Ermenîstan usa jî gihîşîye 12 qayîlnivîsarên organîzeyê.