Sereke
Rûsîya çawa hevalkara Ermenîstanêye kirîn- frotanêye hîmlî tê hesabê: Paşînyan
Fêdêrasîya Rûsîyayê ne tenê nava pirsa xweykirina aşîtîyê û qewînbûnêye li herêma me rola girîng dilîze, lê cîhê wêyî merkezî usa jî nava êkonomîka welatê meda heye. Derheqa wê yekêda, wextê vekirina hemcivîna ermenîya-rûsaye navherêmî, Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye.
Serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî Rûsîya hevkara Ermenîstanêye kirîn-frotanêye hîmlîye.
“Sala 2O19-a zivira kirîn- frotanêye dualî gihîştîye du mîlîyard dolara, lê îsal ew diha zêde bûye”,-Paşînyan gotîye.
Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî dereca hevkarîya êkonomîkîye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda anegorî dewakarîyên heleqetîyên tifaqdarîyêye.