Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der rastî wekîlê sêkrêtarê NATO-ê, yê li Qafqasîyayê û Asîya Navîn, hatîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wekîlê sêkrêtarê  NATO-ê yê li Qafqasîyayê û Asîya Navîn Xavîêr Kolomîna Pîrîs qebûl kirîye.

Tevbûyên hevdîtinê, girêdayî dereca dîyaloga sîyasîye Ermenîstanê û NATO-êra, razîbûn elam kirine.Xavîêr Kolomîna daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan tê hesabê hevkara NATO-ye amin.

Xeberdan usa jî derheqa mîsîyayên navnetewîye aşîtîparêzîyêda çûye. Bona tevbûna Ermenîstanêye nava şuxulkarîyên NATO-ê, ya aşîtîparêzîyêda, Xavîêr Kolomîna razalixî elam kirîye.

Wextê hevdîtinê usa jî pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmî û navnetewîda hatine gotûbêjkirinê. Mîrzoyanê wezîr guhdarîya Kolomîna teglîfî ser  wî halî kirîye, yê ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye bi tevbûna Tirkîyayê pêşda hatîye. Xeberdan derheqa pêwîstîya helkirina pirsgirêkêye bin mandata koma Mînskêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button