
Li paytexta Herêma Kurdistanê- Hewlêrê konfêrans destpê bûye, ya ku ji alîyê onkolocên amêrîkîda hatîye teşkîlkirinê. Konfêrans bona gotûbêjkirina mêtodên qenckirinê û lêkolînên nexweşîya penceşêrê ye.
Tevî vê konfêransê dibin doxtirên kurd û bîyanî.
“Înformasîyayên nû wê karê bidine doxtirên kurd, çimkî ewê derheqa qenckirina nexweşîyêye bi cûrê nû pê bihesin”,-onkolocê ji Hewlêrê Basak Barzancî gotîye Kurdistan 24-ê. ASCO salên 196O-î hatîye damezirandinê, ya ku kûrsên hînbûna onkolocîyayê pêşnîyarî doxtira dike. Dikevine nava wê ji 45 hezara zêdetir endamên wêye li temamîya dinîyayê.







