Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gênêralê koalîsîyona navnetewî Rîçard Bêll qebûl kirîye, yê ku cîgirê fermandarê hêzên koalîsîyonê bû, hêzên dijî koma têrorsîtîye DAÎŞ-ê.Gênêral îdî mîsîya xwe ser hevda anîye.
Wextê hevdîtinê Barzanî û Bêll şerkarîya dijî DAÎŞ-ê gotûbêj kirine, bi taybetî, ya li ser têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî û derheqa berdewama piştgirîya hêzên kurdada xeberdane.
Serokwezîr bona qulixa fermandarê brîtanî, ya nava hêzên koalîsîyona navnetewîda, razalixî elam kirîye û wîra açixî xwestine.
Gênêral Bêll hevkarîya tevayî silav kirîye û serda zêde kirîye,wekî ewê her dem dostê cimeta kurdbe.