Wekîlê koalîsîyona navnetewî, ya dijî DAÎŞ-ê, Cêfrî Todd Bêroûz gotîye ajansa Kurdistan 24-ê wekî wezîreta pêşmerga 2O avtomaşînên zirihkirîye nû qebûl kirine, bona berdewamkirina şerkarîya dijî DAÎŞ-ê.
“Teslîmkirina mecalên transportê careke mayîn dereca şerkarîya pêşmerga dide bilindkirinê, bi saya kîjana pêşmerge mecala agirkirinên berfireh, çûyîn-hatina aktîv distînin, bona ku DAÎŞ-ê altkin”,-Bêroûz Twittere da nivîsîye.