Hêzên Adirbêcanê eşkere êrîşa têrorîstî hindava Ermenîstanêda destpê kirine: parêzerê mafên mêriv

Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî eşkere êrîşa têrorîstî hindava Ermenîstanêda destpê kirine, nava wêda usa jî hindava gundên sîvîle li qeza Syûnîkê.Kirinên wan yên xirabin û ew beşeke sîyasîya azêrîyaye komkujîyêye.Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî Facebook-da nivîsîye.
“Piştî şêr, hêzên Adirbêcanê ketine li wan cîha û bi neqanûnî li ser gundên Ermenîstanê û nava têrîtorîya Ermenîstanêda cîhwar bûne.
Ew bi xirabkarîyava mijûl dibin, nava wanda bi kirinên têrorîstîva. Ew berbi gunda agir dikin û bona jîyan û tendurustîya binelîyên sîvîl qezîyayê pêşda tînin.Rûyê kirinên wanda çûyîn- hatina merivaye aza hatîye sînorkirinê.
Parêzerê mafên mêriv pêşnîyar kirîye, ku girêdayî kirinên azêrîyaye têrorîstîra, yên ji 14-ê mijdarêda destpêkirî, lêkolîna mîyaserkin.
12 welatîyên Ermenîstanê dîl ketine, û ev yek kirina neqanûnîye, çimkî cîhwarbûna azêrîyaye li wandera ya neqanûnîye.
Cabdarîya vê yekê bi temamî dikeve ser serokatîya Adirbêcanê.
Parêzerê mafên mêriv elametîya civaka navnetewîra dişîne”,- nava nivîsara Arman Tatoyanda hatîye dîyarkirinê.







