H’emû nûçeSereke

Yêrêvan ji Moskvayê hîvîya piştgirîya dîplomatî û leşkerî ye: Armên Grîgoryan

Serokatîya Ermenîstanê hêvîdare, wekî Rûsîya çawa hevalkara stratêcî, wê alî bike ku halê li ser sînore rûyê kirinên Adirbêcanêda pêşdahatî bide helkirinê.Derheqa wê yekêda  sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûna Ermenîstanê Armên Grîgoryan gotîye Komêrsantê, wextê ku  pirs dane wî ku Ermenîstan hîvîya çiî ye, wextê ku ew berbirî Moskva fermî bibe.

Armên Grîgoryan li Moskvayê tevî hevdîtinên sêkrêtarên şêwirên bêqezîyabûnê, yên Welatên Hevalbendîya Serbest bûye, li kîderê ewî daye dîyarkirinê, wekî hêzên azêrîya li ser têrîtorîya Ermenîstana serbixwe ye. Ewî gotîye, wekî ev yek agrêsîya ye û anegorî peymana sala 1997-a Ermenîstan û Rûsîya pevketine ku alî hevdu bikin û bo wê yekê jî berbirî Rûsîyayê bûne. Ewî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan piştgira wê yekê ye, wekî pirsgirêk bi rêya dîplomatî bê helkirinê, lê heger nikaribin wê yekê bi rêya dîplomatî helkin, wî çaxî gerekê bi rêya leşkerî pirsgirêk bê helkirinê.

Bi gotina Grîgoryan, bona alîyê ermenî, nava wê pirsêda Rûsîya û Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv girîngin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button