Ararat Mîrzoyanê wezîrê karên der rastî serokên wekîletên dîplomatî,yên li Ermenîstanê, hatîye
17-ê mijdarê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî serokên wekîletên dîplomatî, yên li Ermenîstanê hatîye.
Ararat Mîrzoyan nava axaftina xweda derheqa provokasîyayên Adirbêcanêye li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê raber kirîye. Ewî ew bûyar bi hûrgilî raber kirîye, ku çi cûreyî 14-ê mijdarê hêzên azêrîya ketine têrîtorîya Ermenîstanê û çar tabîyên ermenîya kirine nava hesarê.Ewî gotîye, wekî alîyê ermenîya bersiva kirinên azêrîya daye û ew yek agrêsîya dijî komara Ermenîstanê ye. Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan sertbûna hal cîguhastî li ser têrîtorîya Ermenîstanê kirîye û bi wî cûreyî dicêribîne guhdarîya civaka navnetewî ji pirsgirêka Qerebagê bide dûrxistinê.
“Ez careke mayîn jî bêjim wekî Komara Ermenîstanê wê yekîtîya têrîtorîyayên xwe, usa jî mafê xweqrarbûna ermenîyên Arsaxê biparêze”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.