Nîkol Paşînyan gotîye, ku rîya hesinî, ya Ermenîstan-Adirbêcan wê kengê bê dasekinandinê
Wextê civîna komîsîya hevkarîya ortehukumatîyê, ya di navbera Ermenîstanê û Gurcistanêda, Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa têma pêşxistina karebûnên locîstîke nû û vekirina rêyên herêmêye hesinîda xeberdaye.
Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî du projeyên rêyên ji Îranê berbi behra Reş, yên avtomobîla û rêya hesinî, hene. Bona rêya avtomobîla Ermenîstan rêya bakûr-başûr, ji sînorê ermenîya-gurca destpêkirî hetanî sînorê Îranê çê dike.
“Ez dixwezim guhdarîya we teglîfî ser wê yekê bikim, ku heger mera li hev bê tevî Adirbêcanê qayîlîyê dest bînin, ku rîya Ermenîstan-Adirbêcaneye avtomobîla bê çêkirinê, wî çaxî ev proje dikare bibe ya bakûr-başûr, rojhilat-rojava”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ev pirs 26-ê mijdarê li Soçîyê wextê hevdîtina serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, lê 14-ê kanûnê jî wextê hevdîtina bi înîsîyatîva serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, hatîye gotûbêjkirinê.
“Dasekinandina rîya hesinîye Yêrasx-Culfa- Ordûbad-Mêgrî- Horadîs, bi hesabê me gerekê nava du-sê salada ser hevda bê. Bêguman, gerekê bixebitin, bona ku pevketinên me çawa hene, usa jî mîyaserbin”,-Paşînyan gotîye.
Çawa bersiva pirsa derheqa wê yekêda, wekî ew rê dikare bona Gurcistanê kardar nîbe, Paşînyan gotîye:
“Ez gerekê wê tabîyêra qayîl nebim, çimkî heger rêya hesinî, ya Culfayêra, Ermenîstan- Nexçêvan-Îran bê vekirinê , wî çaxî ji Îranê hetanî behra Reş wê rêya hesinî hebe û ew rê wê nava Îranê, Adirbêcanê, Ermenîstanê, Gurcistanêra derbazbe. Ewê bibe ne tenê faktora pêşkeftina êkonomîkî, lê wê bibe usa jî faktora herêmêye bêqezîyabûnêye girîng”.