H’emû nûçeSereke
“Dironên merivkuj” dikarin zûtirekê destê xirabkaradabin
Hema ku “Dironên merivkuj” bi temamî hazirbin, ewê bikevine destên merivên sîvîl. Ew yek pirsa wedeye. Derheqa wê yekêda profêsorê înstîtûta Masaçûsêtsêye têknolocî Maks Têgmark gotîye.
Bi gotina profêsor, heger ew diron bikevine destê xirabkara, ewê bibin sîlihên usa, bi kîjana ewê bixwezin merivên ku ew dixwezin bidine tunekirinê. “Heger hûn dixwezin “dirona merivkuj” bi bahê Kalaşnîkovê bikirin, wî çaxî ew yek bona wan meriva fesale, yên ku bi bîznêsa narkotîkava mijûl dibin, çimkî heger ew wî cûreyî meriva bikujin ewê neyêne girtinê”,- profêsor gotîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî nava pirsa qelaştina parastinêda jî ew yek hêsaye.