H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê Telegram bûye mêsêncêra here belavbûyî û Viber li piş xwe hiştîye
Li Ermenîstanê mêsêncêra here eyan niha Telegram e. Înformasîya derheqa wê yekêda nav raporta hevaltîya SimilarWeb da hatîye dîyarkirinê. Hevaltîyê ev înformasîya anegorî hesabên li 1O3 welata raber kirîye.
Pêşezanê bêqezîyabûna înformasîyon Samvêl Martîrosyan kanala xweye Telegram da raport belav kirîye, anegorî kîjanê berê li Ermenîstanê cîhê ewlinda Viber bû.
Mêsêncêra li dinîyayêye here eyan WhatsApp e. Ew li 53 welata cîhê ewlindane. Li dinîyayê, cîhê duemda Telegram e, ya ku îsal mênsêncêra Facebook ê derbaztir bûye.