H’emû nûçeSereke

Hîvîyêne ku bi serokatîya Ermenîstanê civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya onlayn , wê derbazbe

Nava van rojên nêzîkda hîvîyêne  ku bi serokatîya Ermenîstanê civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya onlayn , wê derbazbe.

Bi înîsîyatîva vî cûreyî serokê Qazaxstanê wextê axavtina bi têlefonê, ya tevî serokê Rûsîyayê, pêşda hatîye.

Serokê Qazaxstanê bi hûrgilî derheqa halê li welêt daye dîyarkirinê û gotîye, wekî hal bere-bere qewîn dibe.Tokayêv bona piştgirîya organîzeyê, bi taybetî ya ji alîyê Rûsîyayêda, razalixî elam kirîye. Bi gotina wî, niha pêwîste ku serokên welatên endamên organîzeyê bi hevra qise bikin, û girêdayî wê yekêra ewî pêşnîyar kirîye, ku van roja civîna şêwira organîzeyêye  bi cûrê vîdêyokonfêransê derbazkin.

Vladîmîr Pûtîn piştgirî daye pêşnîyara Tokayêv.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button