H’emû nûçeSereke

Pirseke girîng, ya ku li pêşîya me danîye, bilindkirina dereca parastina welête: Nîkol Paşînyan

Hukumata Ermenîstanê wê rojeva vekirina zemanê aşîtîyêye bona Ermenîstanê û herêmê pêşda bibe. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.

“Li ser sînor dîsa bûyar diqewimin û meriv şihîd dikevin. Me seyaseta xwe elam kirîye: min gotîye, wekî pirseke girîng bilindkirina dereca parastina welatê meye, ya bona vekirina rojeva aşîtîyîêye bona welatê me û herêmê û bona wê yekê em gerekê xwe qewîn xweykin, çimkî gelek wê bicêribînin bidine kifşê, wekî ew yek tiştê bûyînê nîne”,-serokwezîr gotîye.

Serokê hukumatê daye dîyarkirinê, wekî gerekê hemû tişt bê kirinê, bona ku dora welêt atmostfêra qewîn û bêqezîya îzbatbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button