H’emû nûçeSereke
Rûsîya xemgîne wekî hemsedirên koma Mînskê hetanî niha neçûne Qerebagê

Rûsîya xemgîne wekî hemsedirên koma Mînskê hetanî niha nikaribûne herine Qerebagê.Derheqa wê yekêda wekîlê Rûsîyayêyî nava Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayêda Alêksandr Lûkaşêvîç gotîye.
“Ew çi ku me xemgîn dike ewe, wekî hemsedirara li hev nayê ku li herêmê biqesidin, nasîya xwe bidine hal û gavên konkrêt biavêjin, piştgirîyê bidine îzbatbûna kontaktên di navbera merivada û pirsên hûmanîtarîye li wir”,- ewî gotîye.
Bi wê yekêva tevayî dîplomatê rûs bi hêvîdarî gotîye, wekî pêşerojêda hemsedirên koma Mînskêra wê li hev bê li herêmê biqesidin û usa jî tevî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye sîyasî biaxivin.







