H’emû nûçeSereke

Paşînyan derheqa erza Armên Sargsyanê serokkomarda xeberdaye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê yekê pêwîst hesab nake ku derheqa menîyên dûrketina serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyane ji qulixê bidine dîyarkirinê.

“Ew birîyar serokkomar bi xwe daye. Derheqa wê yekêda ez çend sehet pêşda, pêşîya belavbûnê, pê hesîyame. Ewî duh sê sehet pêşîya wê yekê minra têlefon kirîye û derheqa wê yekêda xeberdaye. Min ji serokkomar pirsî, ku gelo ew tevî min pirsê gotûbêj dike, yan minra dibêje, wekî îdî birîyar daye. Min cêribandîye fem bikim, ku ew qirar ya gotûbêjkirinêye, yan na. Piştî wê yekê ewî gotîye, wekî îdî birîyar kirîye”,-Paşînyan gotîye.

Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî nava elametîya serokkomarda derheqa menîyada hatîye dîyarkirinê. “ Ez bi xwe wan şirovekirina qebûl dikim û ez hesab nakim, ku pêwîste wana şirove bikim”,-ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî her nevsekî fermî bi xwe birîyar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button