Parlamêntvanê ji partîya HDP-ê, yê esilê xweda ermenî Karo Paylan, li dêra ermenîye li Dîyarbekirê qesidîye: “Ez li dêrê qesidîm bona ku cîda nasîya xwe bidime xebatên çêkirinê”,-Paylan rûpelê xweyî facebooke da nivîsîye.
Ev dêr sala 1376-a hatîye çêkirinê û ew li Rojhilata Navîn çawa dêra ermenîye here mezin tê hesabê.
Mijdara sala 2O12-a, piştî navbirîya 32 sala, dêrê cara ewlin dergên xwe bona cimetê vekirin.
Sala 2O15-a, wextê pevçûyînên di navbera tirka û kurdada zîyana mezin gihîşte dêrê. Ji sala 2O19-da xebatên çêkirinê li wir tên kirinê.