14-ê sibatê hêzên îraqî cîhekî DAÎŞ-ê dîtine û ew tune kirine. Ew opêrasîyon li Salhedînê hatîye derbazkirinê. Opêrasîyon bi hêzên hevkarîyê hatîye mîyaserkirinê. Li wir usa jî tûnêleke DAÎŞ-ê hatîye dîtinê û tunekirinê.
Rojekê pêşda teyarên Îraqêye leşkerî li provînsîya Kirkûkê derb gîhandibûn cîhekî DAÎŞ-êyî mayîn, lê li provînsîya Nînêvîyayê teyarên leşkerî şikefteke DAÎŞ-ê tune kirine.