Ermenîstan bi temamî welatê aza nîne: raporta Freedom House ê
Ermenîstan ji wan herçar welatên Sovyêta berêye, yên ku dikevine nava cêrga welatên ne bi temamî aza: tevî Ûkraînayê, Gurcistanê û Moldovayê. Derheqa wê yekêda nava raporta Freedom House ê da hatîye dîyarkirinê.
“Sala 2O2O-î Ermenîstan hê nava halê neqewîndabû û kitêba qanûnaye bona hilbijartina ya nû îzbat kir, ya ku wê heqîtîya hilbijartina bide milahîmkirinê”,-xudanên raportê didine dîyarkirinê. Hatîye gotinê, wekî hilbijartinên parlamêntîyêye sala derbazbûyî, sîstêma sîyasî hinekî dane qewînkirinê.
Gurcistana cînar jî nava wê cêrgêda bi dereca dêmokratîzasîyakirinêda pêşe, lê sala 2O21-ê rastî cêrge pirsgirêka hatîye.
Welatê Qafqasîya Başûr yê sêem Adirbêcane. Mînanî salên derbazbûyî ew sala 2O22-a jî hatîye naskirinê çawa welatê cîhanêyî here neaza.