H’emû nûçeSereke

Li Ûkraînayê ermenî bi aktîvî piştgirîyê didine merivên nava hewcetîyêda

Li dor-berên paytexta Ûkraînayê-Kîêvê hal serte.Wextê qisa tevî Armênprêssê derheqa wê yekêda şiroçîyê sîyasî, ermenîyê ji Ûkraînayê Marat Hakobyan gotîye. Bi gotina wî, ji dor- berên bajarê Kîêvê binelî tên derxistinê. Marat Hakobyan gotîye, wekî hema ji roja ewlin wextê ku şer destpêbû, ermenîyên Ûkraînayê tevî organîzekirina pirsên hûmanîtarî  bûne û niha jî ew yek berdewame, ew alî leşkera, mihacira û merivên başqe, yên ku nava hewcetîyêdanin, dikin. Ew xurek dighînine wan.

“Ew yek li hemû bajarên Ûkraînayê tên kirinê. Rojên ewlin pirsgirêka nan hebû, lê niha hemû tişt tê kirinê, wekî kêmasî tunebe. Alîkarîya ku tê didine wan meriva, yên ku nava hewcetîyêdanin. Pirsgirêkên dû-dermana jî hebûne, lê niha ew jî tên helkirinê”,- Marat Hakobyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button