Ararat Mîrzoyan guhdarîya Jozêp Borêl teglîfî ser cêribandinên Adirbêcanêye tehsîra pisîxolocî ya hindava binelîyên Arsaxê kirîye /vîdêyo/
12-ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wekîlê Yektîya Avropayêyî karên der û bêqezîyabûnê Jozêp Borêl hatîye.
Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa dînamîka hevkarîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda çûye.
Guhdarî usa jî hatîye danînê li ser halê Arsaxêyî hûmanîtarî. Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî hetanî niha dîlên ermenîye leşkerî û şexsên sîvîl li Adirbêcanê tên xweykirinê û ew yek jî girînge ku pêwîste mîrata ermenîye bin kontrola Adirbêcanêda bê parastinê.
Mîrzoyanê wezîr derheqa halê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, usa jî yê Qerebagê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan dicêribîne bi pisîxolocî hukumî ser binelîyên Arsaxêye sîvîl bike, û nava pirsa dasekinandina sîstêmada pirsgirêka çê dike.