H’emû nûçeSereke
Bona alîyê ermenî tiştekî prînsîpîyalî ye, wekî mafên ermenîyên Arsaxê zelal bêne garantîyakirinê: Ararat Mîrzoyan
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirnê, wekî hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê, gerekê bêyî tu qewil-qirara derbazbin. Wezîr bîr tîne, wekî wezîreta karên der berbirî koma Mînskê bûye, ku hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyê, bêne teşkîlkirinê.
Wezîr daye dîyarkirinê, wekî herdu welata 8-ê kanûna sala 1991-ê qayîlnivîsara derheqa sazkirina hevkarîya welatên serbest tevayî dane îmzekirinê û bi wê yekê yekîtîya têrîtorîyayên hevdu hatine naskirinê û wekî tu tiştên hevraqayîlnekirî tunene.
Bi gotina wî, xalên ku Adirbêcanê raber kirine, ne anegorî rojeva pirsgirêkaye, çimkî niha gerekê statûsa Qerebagê bê zelalkirinê û pirsgirêka Qerebagê ne ya têrîtorîyale, lê ya mafaye.