H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan beşdarî civîna Yekîtîya orteparlamêntîyê bûye

Serokê parlamênta  Ermenîstanê Alên Sîmonyan beşdarî civîna Yekîtîya orteparlamêntîyê bûye.Têma hemcivînêye hîmlî derheqa şerkarîya dijî guhartinên klîmayêye.

Alên Sîmonyan axaftina xwe bi xebera razalixîyêva, ya hindava serokê parlamênta Îndonêzîyayê, destpê kirîye.

Nava axaftina xweda, serokê parlamêntê derheqa tehsîra  ser guhartina klîmayê xeberdaye. Ewî gotîye, wekî Ermenîstan bi aktîvî mecala dide xebatê, ku piştgirîyê bide cedandinên civaka navnetewî, yên bona şerkarîya dijî guhartinên klîmayê.

Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî li Ermenîstanê piştgirîyê didine sîyaseta zêdekirna ênêrgîya ku tê dasekinandinê û bona wê yekê qanûnên werguhastina tên qebûlkirinê. Ermenîstan hevkarîyê tevî hemû welatên endam dike.

Dawîyê Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî parlamênt bona konvênsîya û qayîlnivîsara cabdarin û parlamênta Ermenîstanê jî van pêvajoya kontrol dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button