H’emû nûçeSereke
Cîgirê serokwezîr Matêvosyan bi nivîsara kurdî Newroza kurdên Ermenîstanê pîroz kirîye
Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Hambarsûm Matêvosyan bi zimanê kurdî Newroza kurdên Ermenîstanê pîroz kirîye. Ewî ew nivîsar rûpelê xweyî facebook da raber kirîye.
“Nûnerên kurdên Ermenîstanêye hizkirî,
Ez bi dil sala we, ya Nû, Newrozê, pîroz dikim û dixwezim ku ev cejina hemmiletîyê aşîtîyê, bextewarîyê û gulvedanê bona malbetên we bîne. Vê cejinê ez tevî xwîşk û birayên kurd nîvî dikim û bo hemûya sala baş û açix dixwezim.
Newroz pîozbe”,- cîgirê serokwezîr nivîsîye.