H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan werguhastnên nava eskerên Ermenîstanêda raberî dêlêgasîya wezîreta hêzên Fransîyayêye sîlihkirî kirîye

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Gîgoryan rastî dêlêgasîya wezîreta Fransîyayêye parastinê hatîye. Hatîye ragîhandinê, wekî serokatîya dêlêgasîyayê kirîye wekîla leşkerîya Fransîyayê Marî Anyês Pîkar Şêsêl.

Wextê hevdîtinê sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê werguhastinên nava goveka leşkerîda raber kirine.Ewî daye dîyarkirinê, wekî meremê werguhastina ewe ku eskerên profêsîyonal sazkin.Usa jî ew yek hatîye gotûbêjkirinê, ku nava goveka werguhastinada hevkarîyê jî mîyaserkin, bi taybetî derheqa hevkarîya nava goveka xwendina leşkerîda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button