Serokwezîr dêlêgasîya koma dostîyê ya parlamêntên Brîtanîya Mezin-Ermenîstanê qebûl kirîye
Serokwezîr dêlêgasîya koma dostîyê ya parlamêntên Brîtanîya Mezin-Ermenîstanê qebûl kirîye. Serokwezîr seredana dêlêgasîyayêye li Ermenîstanê girîng hesab kirîye û bi hêvîdarî gotîye wekî ewê bona pêşkeftina pêwandîyên ermenîya-brîtanîya bibe nîşaneke nû. Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî hukumata Ermenîstanê hewaskare ku hevkarîya tevî Brîtanîya Mezin bidine berfirehkirinê.
Serokê dêlêgasîyayê Tîm Loûntin bi hêvîdarî gotîye, wekî ewê pêşerojêda hevkarîya bi dereca parlamêntê berdewam bikin û wê cedandina bidine xebatê, ku pêwandîyên sîyasî û êkonomîkî bêne kûrkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa halê li Qafqasîya Başûr, bi taybetî derheqa Qerebagêda, çûye.
Paşînyanê serokwezîr nêrînên xweye dora Qerebagê raber kirine û derheqa girîngîya bersiva civaka navnetewîda, ya hindava kirinên Adirbêcanêda raber kirine.Serokê hukumatê usa jî derheqa pirsgirêkên hûmanîtarîye li Arsaxê xeberdaye.