H’emû nûçeSereke
Kirinên alîyê azêrîya qewînbûna herêmê dikine bin qezîyayê: wezîrê parastinê gotîye baylozê Brîtanîyayê

6-ê nîsanê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan baylozê Brîtanîya Mezin Con Galagêr qebûl kirîye.
Papîkyan halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya û li Arsaxê raber kirîye. Bi dîyarkirina wê yekê, wekî kirinên alîyê azêrîya qewînbûn û bêqezîyabûna herêmê dikine bin qezîyayê, Sûrên Papîkyan derheqa pêwîstîya bersiva civaka navnetewîda xeberdaye.
Galagêrê bayloz îzbat kirîye, wekî Brîtanîya Mezin piştgirîyê dide milahîmbûna hal û cedandinên bona helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil.
Tevbûyên hevdîtinê pirsên derheqa hevkarîya nava goveka parastinêda gotûbêj kirine.







