
Balafirên tirkaye leşkerî, helîkoptêr û dironên wan derba dighînine cîhên li Herêma Kurdistanê, li kîderê ew hesab dikin, wekî şerkarên Partîya Karkerên Kurdistanê hene. Opêrasîyon li nehîyên kurdaye Metînê, Zapê û Avaşînê tê mîyaserkirinê.
Tirkîya bi rêgûlyarî derba dighîne tabîyên PKK-ê ye li Herêma Kurdistanê.
Derheqa zîyana merivada înformasîyon nehatine stendinê.
Tirkîya ji alîyê Bexdayê, Hewlêrê, Tehranê û ji alîyê civaka navnetewîda, bona teribandina serbixwetîya Îraqê hatîye rexnekirinê.







