H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan tevî hemcivîna «Dîyaloga Raysîna» yê bûye
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 26-ê nîsanê tevî civîna «Dîyaloga Raysîna» yê bûye û bi axaftin pêşda hatîye.
Ji wezîretê ragîhandine, wekî tevbûyên gotûbêjkirinê guhdarî danîne ser xweykirina aramîyê û bêqezîyabûnê, sîstêma dîplomatîye piralî, û pêvajoyên wan.
Ararat Mîrzoyan nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan şuxulkarîya organîzeyên navnetewî girîng hesab dike û serda zêde kirîye, wekî rola wan nava prosêsên xweykirina aramîyê, dêmokratîyayê û parastina mafên mêrivda ber çevaye.
Nava axaftina xweda Ararat Mîrzoyan usa jî derheqa agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebagê xeberdaye.