H’emû nûçeSereke
Sêkrêtarên şêwira Ermenîstanê û Brîtanîyayêye bêqezîyabûnê pirsên rojeva pêwandîyên dualî gotûbêj kirine
Nava dorana seredana li Brîtanîya Mezin sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan rastî sêkrêtarê şêwira Brîtanîyaêye bêqezîyabûnê Stîvên Lovgrov hatîye.
Ji ofîsa sêkrêtarê bêqezîyabûna Ermenîstanê ragîhandine, wekî wextê hevdîtinê halê li Qafqasîya başûr û gavên bona altkirina pirsgirêkên bêqezîyabûna herêmê hatine gotûbêjkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa cêrge pirsên rojeva hevkarîya dualîda çûye.
Armên Grîgoryan hevkarê xweyî brîtanî vexwendî Ermenîstanê kirîye.