Gelek meriv nizanin wekî li Rûsîyayê cêrge bajar û gund hene, yên ku ji alîyê ermenîyada hatine hîmdanînê
Li Rûsîyayê ermenî bi sedsala cîhwar bûne û wî çaxî hîmên bajar û gundên nû danîne, yên ku hetanî niha jî hene û li wir hetanî niha ermenî dijîn.
Bajarekî wî cûreyî hema bajarê Ûdyonovskêye, yê ku li qeza Rûsîyayêye Stavropolêye. Hîmê wî bajarî sala 1799-a ji alîyê ermenîyên ji Qerebagê hatî, hatîye danînê. Gerekê bidine dîyarkirinê wekî navê wî bajarîyî pêşin Xaçê Zîyaretî bûye. Niha jî li wir dîyaspora emenîye mezin heye.
Li qeza Stavropolê usa jî gundê Yêdêsîyayê heye, yê ku li ser sînorê tevî Çêçnîyayêye.Ev gund sala 1799-a ji alîyê ermenîyên ji Adirbêcanê mihacirbûyî hatîye hîmdanînê.Gund ser navê bajarê Anatolîyayêyî Yêdêsîyayê hatîye navkirinê, li kîderê wededa gelek ermenî mane.Binelîyên vî gundî hemû ermenîne, nêzîkî 7OOO merivî.
Usa jî bajarê Armavîrê, yê ku li parwelatê Krasnodarêye, ji alîyê ermenîyada sala 1839-a hatîye hîmdanînê, dema ku Rûsîya dijî çêrkêza şer dikir. Roja îroyîn li bajarê Armavîrê nêzîkî 1OO OOO ermenî dijîn.
Ermenîya usa jî hîmê bajarê Nexçêvana Donê, ya nêzîkî bajarê Rostovê danîye.
Ji alîyê ermenîyên ji Qirîmê hatî, sala 1779-a Nexçnvana nû hatibû hîmdanînê.
Em bêjin,wekî pranîya ermenîya ji îmêratorîya osmanî û ji topraxên Ermenîstanêye Îrana dîrokî cîguhastî Rûsîyayê bûne.