SerekeSîyasî

Raporta Yekîtîya Avropayêye derheqa Tirkîyayêda: ew ji qîmetîyên avropî dûr dikeve

Parlamêntvanên avropî dengê xwe dane qebûlkirina wê raportê, kîjanêda hatîye dîyarkirinê wekî nenihêrî wê yekê ku Tirkîya gelek cara bi meremê bûyîna endama Yekîtîya Avropayê berbirî Avropayê bûye, lê nava van salên dawîda ewê borcdarîyên  xwe înkar kirine, kîjana ew gerekê bona endamtîyê biqedîne.

Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî van dawîya hinekî pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Tirkîyayê baş bûne. Parlamêntvan dîyalogên van axirîya silav dikin.Ev yek nade kifşê, wekî hemû tişt başe çimkî pêwandîyên Tirkîyayêye tevî cînara, welatên endamên Yekîtîya Avropayê, dîsa usa mane.

Raportêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî halê mafên mêriv li Tirkîyayê dîsa xirabe.Hatîye gotinê, wekî hukumata Tirkîyayê hukumî  ser mafparêza, advokata û rojnamevana dike. Derheqa mihacirada jî hatîye dîyarkiriê, wekî Tirkîyayê li cem xwe gelek mihacir qebûl kirine û ew yek tê silavkirinê.

Parlamêntvanên avropî hatine ser wê fikirê wekî parlamênt niha nikare tabîya xwe biguhêre. Ji sala 2O18-a  da hevraxeberdanên Tirkîyayê û Yekîtîya Avropayê ketine nava hesarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button