H’emû nûçeSereke
Gavên li nehîyên Arsaxêye dagirkirî şedetîya wê yekê didin,wekî sîyaseta Adirbêcanêye dewletê bona tunekirina çanda ermenîye li wir tê kirinê /wêne/
Mûzêya Vîyênayêye dîrokî 13-14-ê gulanê civîna navnetewî ya zanistîye bi sernavê “Çand nava dew û dozêda: Qafqasîya başûr roja îroyîn” derbaz bûye.Wextê civînê usa jî pirsgirêkên parastin û xweykirina mîrasa Arsaxêye çandî hatine gotûbêjkirinê.Hatîye ragîhandinê, wekî civîn bi piştgirîya patryarxê temamîya ermenîya, ofîsa dêra Êcmîazînêye ruhanî-çandî hatîye derbazkirinê.
Xeberdankirên navnetewî û ermenî dane dîyarkirinê,wekî wextê şerê sala 2O2O-î û usa jî hetanî niha gelek bûyar hebûne, wextê kîjana nimûnên çanda ermenî hatine tunekirinê.Ew yek jî şedetîyê dide wekî sîyaseta dewleta Adirbêcanê bona tunekirina rêça ermenîye çandî tê xebitandinê.