Sereke
Ermenîyên Arsaxê gerekê bighîjine bêqezîyabûn û parastina mafên xwe: sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê
Bona alîyê ermenî pirsa pêşin bêqezîyabûna cimetê û parastina mafên wane û Ermenîstanê bi vê rojevê berbi hevraxeberdana diçe.
Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana û bersiva wê pirsê daye, ku tabîya ermenî nava statûsa Arsaxêda çi cûreîye.
«Pirsa pêşin bêqezîyabûn û parastina mafe, dêmek welatîyên meye li Arsaxê gerekê bibine xweyê mafên xwe û bêqezîyabûnê. Statûsa Qerebagê hema ji wê yekê tê. Em bi vê rojevê berbi hevraxeberdana diçin»,- Grîgoryan gotîye.