H’emû nûçeSereke
Avîyasîya Ermenîstanê têra dibîne wekî firînên berbi Romayê û Larnakayê wê bêne mîyasekirinê
Pêşîya destpêbûna çûyîn-hatina tûrîsta komîtêya Ermenîstanêye avîasîya sîvîl têra dibîne wekî çûyîn-hatinê zêdebe. Gilî derheqa wê yekdane, wekî bûyarên li Ûkraînayê hukumî ser sûka avîyasîya navnetewî kirine û bo wê yekê jî li firegehên Ermenîstanê firînên tranzît zêde bûne. Cîgirê serokê komîtêya avîasîya sîvîl Mîhran Xaçatryan daye dîyarkirinê, wekî nava sûka Ermenîstanêye avîyasîyonda heyşt kompanîyayên avîyasîyon dixebitin. Ji 22-ê hezîranê û usa jî 5-ê îlonê firînên berbi Romayê têra tên dîtinê.