Pêşezana ew tehsîra li ser Ermenîstanê qîmet kirine, dema ku heqê bona gaza Rûsîyayê bi rûbl hatîye dayînê
Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan nîveka meha nîsanê elam kir, ku Yêrêvanê destpê kirîye heqê gaza Rûsîyayê bi rûbl bide.
Êkonomîzan Hrant Mîkayêlyan daye dîyarkirinê, wekî birîyara derheqa dayîna heqê gazê bi rûblîya pêvajoyê gêopolîtîkîva girêdaîye. Ew pêşnîyara Rûsîyayê bû û Ermenîstanê pêşnîyara Moskvayê qebûl kir.
«Rêke başqe ji alîkîva bona Ermenîstanê tunebû, lê heger bahê gazê nayê guhartinê, wî çaxî heq di navbera dayînên bi rûbil, yan bi dolar, firqî tune.
Pirs ewe, ku biha wê çi cûreyî bê hesabkirinê, yan jî ewê wededirêjbe yan na. Bi hesabhildana wê yekê, wekî bahê rûbil lez dikeve, wî çaxî ew yek dikare Ermenîstanêra dest bide. Heger bahê rûbil bilindbe, wî çaxî bahê gazê ji dikare bilindbe»,-Hrant Mîkayêlyan gotîye.