H’emû nûçeSereke
Adirbêcan garantîyayên hiqûqî bona vekirina rêya nade Ermenîstanê
Adirbêcanê bersiva derheqa borcdarîyên bona vekirina rîya nedaye.Derheqa wê yekêda ji ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan elam kirine.
Wextê civîna hukumatêye 31-ê adarê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elamkir, wekî borcdarîyên derheqa vekirina rîyada, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê dualîbin.Ewî elam kiribû wekî Ermenîstan hazire rîya avtomaşîna û usa jî rîya hesinî çêke, lê wê yekê girîng hesab dike ku tevî Adirbêcanê qayîlnivîsara anegor hebe, ya ku wê qewata hiqûqî bistîne.
«Adirbêcanê hê bersiva vê pirsê nedaye û rîska kifşkirî hê heye»,-li ofîsê gotine.