Kanalên têlêgiramên Tirkîyayê ragihandine ku Tirkîyayê duh şev dereng dest bi topbarankirina bajarê Têl Rîfatê li bakûrê Sûrîyayê kirîye, ku hêzên kurdî ji alîyê Enqerê da wek têroîst tên naskirin.
Diha dereng kanalên têlêgiramê da hat ragîhandin ku kargeha sêmêntê ya fransîye Lafarge li bajarê Têl Rîfatê hatîye topbarankirinê. Lê belê, ev agahî bi fermî nehatiye piştrastkirin.
Vîdyoyek bi awayekî aktîv li ser întêrnêta Tirkîyayê belav bûye û têda nîşan dide ka topbarandinên Tirkîyayê çawa dixebite.